Li Toronto û Tambovê çalakiyên şermezarkirina komployê

Li bajarê Tambov ê Rûsyayê, komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, hate şermezarkirin. Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî Kurdistanî bi wesîleya "10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî" daketin qadan.

Kurdên li navçeya Miçûrînskê yê herêma Tambovê ya Rûsyayê, têkildarî komploya 9'ê Cotmehê ya 1998'an û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Bi navê Meclîsa Kurdên Mîçûrînskê Mazlûm Agirî daxuyanî da û diyar kir ku komploya ku 22 sal in dewam dike nekarî bi ser bikeve û anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd wê ji niha û pê ve jî komployê pûç bike.

Agirî diyar kir ku wê hîn bi xurtî tevlî pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' bibin û anî ziman, nepêkane ku heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe gelê Kurd azad bibe.

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîlayên HPG'ê ya li dijî hêzên dagirker ên Tirk a li Heftanînê hate silavkirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî "10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî" çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li Dûndas Sqûare-Torontoyê saet di 17:00 de pêk hat.