Pisporê Tenduristiya Gel ya Yekîneya Ewlehiya Tenduristiya Hevpar a Çukurovayê (OSGB) Dr Zeynel Sutolok diyar kir ku li cîhanê di her 15 saniyeyî de karkerek ji qezayeke kar an jî nexwşiyeke girêdayê kar jiyana xwe ji dest dide û diyar kirk u li Tikriyeyê her roj bi giştî 172 qezayên kar pêk tên û 4 karker dimirin.
Zeynel Sutolok ku tevlî semînereke bi mijara ‘Tenduristiya Kar û Guherînên Qanûna Ewlehiyê’ ya ku ji aliyê Herêma Sanayî Organîze a Haci Sabanci ya Edeneyê bû, li ser giringiya Xizmetên Ewlehî û Tenduristiya Kar sekinî û diyar kir tenduristiya kar di heman demê de tenduristiya civakê ye.
Sutolok da zanîn ku li cîhanê di her 15 saniyeyî de karkerek ji ber qeza an jî nexweşiya girêdayê kar dimire û diyar kir ku di her 15 saniyeyî de 160 karker qezaya kar dikin. Sutolok wiha got: “Li Tirkiyeyê her roj 172 kes qezayê kar dikin, di van qezayan de 4 kes dimirin û 6 kes jî êdî nekarin kar bikin. Tirkiye di qezayên kar de li Ewropayê yekemîn û cîhanê de jî rêza sêyemîn de cih digire. Di 2010’an de 62 hezar û 903 qezayên kar qewimîne, di encama vê de hezar û 444 kes mirine û hezar û 976 kes jî êdî nikarin kar bikin. Di qezayên kar de kesê qezayê derbas dikin temenê wan 33 ye.”
Sutolok wiha got: “Kargehên îro ji sedî 98 kargehên welat ava dike. Gelek qeza jî li vir pêk tên. Di 2007’an de ji sedî 61.4, di 2008’an de ji sedî 60.6, di 2009’an de ji sedî 63.2, di 2010’an de jise dî 54.6 qeza li van kargehan pêk hat. Yanî ev qeza cihên ku ewlehî lê tune pêk tê.”
Sekreterê Giştî yê AOSB’ê Mustafa Keskîn jî da zanîn her sererastkirineke der barê jiyana kar de hemû kesî eleqeder dike û wiha got: “Ji bo bilindkirina kalîteya jiyanê ya karkeran, zêdebûna fêdeya kargeh û pêşvebirina kalîteya hilberîn divê pêngavê ewlehiya kar bê avêtin. Ev jî ji perwerdeya ewlehî û tenduristiyê pêk tê.
DI 11 MEHAN DE HERÎ KÊM 802 KES MIRIN
Wezareta Elehiya Civakî û Xebatê bersiv da bû pêşnûmeyeke di hezîranê de hatiye dayîn û diyar kiribû ku di navbera salên 2002-2011’an de bi gitşî 735 hezar û 803 qezayên kar qewimîne û di van qezayan de bi gitşî 10 hezar 3u 804 kes mirine û 14 hezar û 665 kes jî seqet mane.