Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê ji sedî 9 derbas kir

Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê ji sedî 9 derbas kir

Li Tirkiyeyê, rêjeya bêkariyê ya di dema Hezîranê de, li gorî heman dema par ji sedî 1 zêde bû û gihaşt 2 mîlyon 654 hezarî.

Saziya Statîstîkan a Tirkyeyê (TUÎK9 hejmara betalên meha Hezîranê aşkera kir. Li gelemperiya Tirkiyeyê di nava mirovên ji 15 salî mezintir de hejmara bêkariyê, di dema Hezîrana 2014'an de bû 2 mîlyon 654 hezar kes. Rêjeya bêkariyê jî derket ji sedî 9,1'ê.

Rêjeya bêkariyê di nava mêran de ji sedî 8,3 di nava jinan de jî ji sedî 10,9 e. Di heman demê de tê texmînkirin ku rêjeya bêkariya li derveyî karê çandiniyê ji sedî 11,1 e. Rêjeya bêkariya ciwanan a di navbera 15-24 salî de ji sedî 16,7 di koma navbera salên 15-64 de ji sedî 9,3 ye.