Li Tirkiyeyê ji ber Korona 59 kes mirin

Li Tirkiyeyê ji ber şewba vîrûsa Korona (Covîd-19) hejmara kesên mirin derket 59’an û hejmara kesên bi vîrûsê jî ketin derket 2 hezar û 433’an.

Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19 hejmara kesên mirin gihişte 59’an û 2 hezar û 433 kes jî bi vîrûsê ketine.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koçca li ser hesabê xwe yê fermî Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Di nava 24 saetên dawî de testa 5 hezar û 35 kesî hate kirin û ji vana 531 kes bi vîrûsê ketine. Herî dawî 15 nexweşên bi vîrûsê ketibûn mirin. Li gorî vê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin derket 59’an û 2 hezar û 433 kes jî bi vîrûsê ketine.”

Rêxistinên tenduristiyê tînin ziman ku ev hejmara ku rayedarên Tirk radigihînin hê zêdetirin.