Li Tirkiyê hejmara miriyan gehişte 277 kesan

Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku ji ber şewba Covîd-19 di nava 24 saetên dawî de 63 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî bilançoya fermî ya ji aliyê Koca ve hatî diyarkirin, di nava 24 saetên dawî de 2 hezar û 148 nexweşên koronavîrûsê hatine tesbîtkirin û ji vana 63 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi giştî hejmara kesên jiyan xwe ji dest dane gihişte 277’an û hejmara kesên bi vîrûsê ketîn jî bû 15 hezar û 679.

Duh hatibûû diyarkirin ku 46 kes mirine û 2 hezar 704 nexweşên koronavîrûsê hatine tesbîtkirin. Li Tirkiyeyê bi fermî yekem nexweşê koronavîrûsê ketî 10’ê Adarê hate tesbîtkirin.

HIKUMET RASTIYÊ VEDIŞÊRE

Li gorî rêxistinên gel yên sivîl, hikumeta Tirk hejmara mirî û nexweşên bi vîrûsê ketin vedişêre.

Di dema li ser tora civakî dîmen û aghiyên daxuyaniyên hikumetê di direwînin de, li dijî tora civakî jî kampanya zextan dest pê kirin. Ji 10’ê Adarê ve gelek kes hatine destgîrkirin û wezîrê karên navxweyî pir caran gefan dixwe.