Li Tirkiye di nava 24 saetan de 79 kes mirin

Li gorî bilançoya 24 saetan a hikumeta Tirk ya di derbarê şewba Covîd-19 de 2 hezar û 456 kesên bi koronavîrûsê ketine tesbît kirin û 79 kesan jiyan xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiya Tirk Fahrettîn Koca, bi rêya Twîtterê tabloyek nû di derbarê koronavîrûsê de parve kir.

Li gorî tabloyê, di nava 24 seatên dawî de 2 hezar û 456 kesên bi vîrûsê ketin hate teşhîskirin û ji wana 79’an jiyana xwe ji dest dane.

Hejmara giştî ya nexweşên koronavîrûsê 18 hezar û 158, hejmara miriyan jî gehişte 356 kesan. Koca got; “Balkêşe ku ji %82’yê nexweşên jiyana xwe ji dest dayîn temenê wan jora 60 salî ne.”

Li gorî rêxistinên civaka sivîl, hikumeta Tirk rastiya derbarê hejmara mirî û kesên bi vîrûsê ketîn vedişêre.

Di dema li ser tora civakî dîmen û aghiyên daxuyaniyên hikumetê di direwînin de, li dijî tora civakî jî kampanya zextan destpê kirin. Ji 10’ê Adarê ve gelek kes hatine destgîrkirin û wezîrê karên navxweyî pir caran gefan dixwe.