Li Tirbespiyê seferberiya zimanê Kurdî

Li Tirbespiyê seferberiya zimanê Kurdî

Şaxê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li herêma Tirbespiyê diyar kir ku saziya wan di sala nû ya xwendinê de, li 31 dibistanên bajêr û gundên herêma Aliyan perwerdeya zimanê Kurdî dide.

Sala nû ya xwendinê li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê roja 15 Îlonê destpê kir. SZK’ê li seranserî herêmên Rojavayê Kurdistanê li dibistanan dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kir. Şaxa SZK'ê li herêma Tirbespiyê diyar kir ku saziya wan di sala nû ya xwendinê de, li 31 dibistanên bajêr û gundên herêma Aliyan perwrdeya zimanê Kurdî dane destpê kirin.

Rayadarên SZK`ê diyar kirin ku li 6 dibistanên bajarê Tirbespiyê û 25 dibistanên gundên Maşok, Şêtika, Elî Bedran, Babasiyê, Kêlhesenakê, Xuşêniyê, Girbikêlê, Girkê Xelo, Erebşa, Dêrna Qulinga, Etbê, Qetraniyê, Girdêm, Xirabê Reş û Tokol, yên herêma Aliyan zimanê Kurd dê bê dayin.

SZK'ê da zanîn ku perwerdeya pola yekemîn bi tevahî bi zimanê Kurdiye, ji bo polên din jî, heftê 3 saet dê dersên zimanê Kurdî hatine veqetandin.