Li Tirbesipiyê peyman avakirina meclisa hevbeş hate îmze kirin

Li Tirbesipiyê peyman avakirina meclisa hevbeş hate îmze kirin

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Tirbesipiyê bi serkêşiya DBK'ê peymana avakirna meclisa sivîl a hevbeş bi beşdariya kurd, ereb û suryaniyan hate îmzekirn.

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Tirbesipiyê bi serkêşiya Desteya Bilind a Kurd (DBK) peymana avakirna meclisa sivîl a hevbeş hate damezirandin, di aliyên ku peyman îmze kirn komîteya têkiliyan a DBK'ê, Komîteya Niştimanî ya Ereban, nûnerên êzîdiyan û rêxistinên suryaniyan li bajêr hebûn. Hemû aliyan lihevkirin ku meclisa sivîl ji hemû pêkhateyên bajêr were damezirandin.

Piştî gelek hevdîtin û nîqaş di navbera nûnerên DBK'ê ya bi hemû komên netewî û olî yên Tirbesipiyê, ku 2 rojan dewam kir,duh li ser peymana belgenameyê lihevkirinek çêbû. Ji bo vê jî civîneke berfireh bi beşdariya nûnerên DBK'ê, ola êzîdiyan, rêxistinên suryaniyan ên bajêr û Komîteya Niştimanî ya Ereban di mêvandariya komîteya ereban de hate lidarxistin.

Di civînê de li ser xalên peymanê hate yên ku ji parastina aştiyana navxweyî, parastina aramiya herêmê, avakirina meclisa hevbeş ji hemû koman bi karê rêvebiriya bajêr bigre ser xwe û meclisa sivîl tu têkiliya xwe ji noqteyên kontrolê yê YPG'ê di ketina bajêre de tuneye, hate nîqaş kirn.

Di nîqaşan de her aliyekî nerînên xwe anîn ziman. di dawiyê de li ser peymaneke hevbeş hate lihevkirn û daxuyaniya hevbeş bi hemû aliyan hate weşandin. Di daxuyaniya hate diyar kirin ku bûyerên li Sûriyeyê bi giştî û parêzgeha Hesekê pêkhatine, êdî xeterî gihiştine herêmên me yê aram ku bûye herêma hemû koçberên Sûriyeyê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatdestnîşan kirin ku li gor têkiliyên biratî û çarenûsa hevbeş di nava kurd, ereb, suryan, misilman, xiristyan û êzîdiyan de gelê herêmê di xwe çarçeva yekîtiya mezin de ji ber wê ji hêzên şoreşger û welatparêz tê xwestin ku ji aştiya navxweyî û yekîtiya di navbera pêkhateyan de rola xwe ya sereke bigrin û metirsînên pevçûnan ji herêmê dûrbixin. Biryarên ku hatin stendin ev in;

1- Avakirna meclisa hevbeş ji 30 nûnerî. Wê 10 nûnerê kurda, 10 ereb, 5 suryanî û 5 jî êzdî bin.

2- Meclis wê li gorî imkanên xwe pirsgirêkên civakî û xizmetan û bi taybet ên dibin cihê metirsînê li ser gelê herêmê çareser bike.

3- Parastina bajêr li ser milê hemû pêkhatiyan e.

4- Meclisa hevbeş a bajêr tu elaqeyê xwe ji noqteyên kontrolê yên YPG'ê ku di rêyên ketina bajêr de ne, nayne.

Nûnerên komîteya têkiliyên a DBK'ê Îsa Hiso, Hediya Yûsif û Selah Derwîş beşdarbûn, ji aliyê Komîteya Niştimanî ya Ereban sekerterê komîteyê D. Ebas Hebîb û ji aliyê Suryaniyan Ebdilehed Hebîb goriya û Numan Hena û ji êzîdiyan Milhim Umer Sinco beşdarê civînê bû.