Li Tirbesipiyê ji bo roja zimanê dayikê civîn hate lidarxistin

Li Tirbesipiyê ji bo roja zimanê dayikê civîn hate lidarxistin

Li bajarê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi munasebeta roja zimanê dayikê ya navnetewî civînek lidarxist.

Li Gundê Meşûq ê Tirbesipiyê SZK'ê bi munasebeta salvegera roja zimanê dayikê civîneke berfireh ji endamên Yekîtiya Mamosteyan û SZK'ê re lidarxist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştre endamê kordenîsyona SZK'ê ya Tirbesipiyê Botan Herekol axivî.

Herekol roja zimênê dayikê li hemû beşdaran re pîroz kir û behsa geşedanên dawî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê kir. Herekol dazanîn ku girtina deriyê dibistanan ji aliyê rêjîma Baas ve tê wateya înkar û tunekirina zimanê kurdî, ji ber wê gerek gelê kurd heta dawiyê li ser perwerdeya zimanê kurdî bixebite. Her

wiha Herekol destnîşan kir ku êdî gelê kurd nema biryarên kesî li ser xwe qebûl dike û ji niha û pêve biryarên derbarê kurdan dê ji Qamişloyê derkevin.

Piştî Herekol endamê SZK'ê Ednan Osê axivî û diyar kir ku zimanê kurdî bi salane qedexebû, lê îro kurd bi xwe biryarên derbarên zimanê xwe distînin û zimanê xwe dixin dibistanên fermî.

Di dawiya civînê de mamosteya zimanê kurdî ya ji gundê Meşûq axivî û diyar kir ku jin rola sereke di parastina zimanê dayikê de digre û ji ber vê gereke hemû jinên kurd di van rojên dîrokî de rola xwe baş bileyzin.