Li Tîpa R ya Metrîsê girtiyên nexweş ji mirinê re tên hiştin

Li Tîpa R ya Metrîsê girtiyên nexweş ji mirinê re tên hiştin

Ji 18 girtiyên nexweş ên di meha Hezîranê de ji bo veguhastina Saziya Tipa Edlî ji girtîgehên cuda anîn Tîpa T ya bi Hejmara 1 ya Metrîsê 6 ji wan, ji bo hîn baştir werin dermankirin sewqî girtîgeha Tîpa R (Rehabîlîtasyon) a Metrîsê hatin kirin, lê belê ji mirinê re hatin hiştin. Li ser nameyên girtiyên nexweş ên ji ÎHD'ê Şaxê Stenbolê re şandin, ji parêzerên ÎHD'ê Hatîce Tûncer çû girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê û di daxuyaniya xwe ya ji ANF'ê re ragihand ku girtiyên nexweş di şert û mercên gelekî nebaş de tên ragirtin.

Li girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê ku tê îdîakirin ji bo girtiyên nexweş bi taybetî hatiye çêkirin, hat hînbûn ku girtiyên nexweş li hucreyê ji du yan jî sê kesan tên bicihkirin, neçar dimînin ew bi xwe li xwe binêrin, wan dernaxînin revîrê, rûyê doktoran nabînin, ji qada lihev kombûna girtiyan bêpar tên hiştin, nikarin mafê sohbetê bikar bînin û rojê bi tenê 2 saetan ji hucreyê tên derxistin û hewayê distînin.

Tevî ku 18 girtiyên sewqî girtîgeha Tîpa T ya Metrîsê hatin kirin nehatine berdan, derket holê girtiyên nexweş ên ji doza PKK'ê hikumxwarinê Ergîn Aktaş, Ramazan Ozalp, Salîh Tûgrûl, Hasan Kaçar, Mehmet Başçi, Hayrettîn Bektaş ên li girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê hatine bicihkirin, ji mirinê re hatine hiştin.

DI BIN NAVÊ TEDAWIYÊ DE ANÎN, BÊ DOKTOR HIŞTIN

Ji van girtiyên nexweş Ergîn Aktaş û Ramazan Ozalp xwedî raporên Saziya Tipa Edlî ne, lê bi hinceta "ji bo ewlekariya civakê xetere ne" ji aliyê Serdozgeriyê Komarê yê Bakirkoyê ve nehatin berdan. Hat ragihandin ku Ergîn Aktaş ê cezayê heta dawiya emrê xwe yê giran lê hatiye birîn ji ber bombe li kêleka wî teqiya her du milên wî jê bûn, hikumxwarê PKK'ê yê 21 sal in di girtîgehê de ye Ramazan Ozalp jî, ji ber ku tumoreke nebaş di mejiyê wî de ye, li gel du emeliyatan jî aliyê wî yê çepê bi temamî felc e. Girtiyê nexweş Salîh Tûgrûl jî ji ber felc a ji ber krîza dil nikare bimeşe, biaxive û ji bîr dike. Ji ber windahiya hestên organên wî, nikare rovîkên xwe bigire. Hasan Kaçar ji ber hestiyên wî dihele nikare tevbigere, lewma jî her tim êşê dikşîne.

“DIBÊJIN, JI XWE EWÊ BIMIRIN”

Parêzer Tûncer da xuyakirin ku wê bi girtiyê nexweş ê bi navê Hasan Kaçar re hevdîtin kiriye û got, "Kaçar ji min re got, ew li vê derê rûyê revîr û doktoran nabînin, neçarin li hev binêrin, mafên wan û derketina qada lihevkombûna girtiyan nayê dayîn, rojê bi tenê 2 saetan wan derdixînin cihê lê hewayê bistînin. Kaçar ji min re ragihand, ku li Tîpa R bi zanebûn û rêk û pêk îşkence li wan tê kirin, li vê derêwan ji mirinê re dihêlin, çavê ku; ji xwe ew bimirin li wan dinêrin, li girtîgeha Tîpa T ya bi hejmara 1 ya Metrîsê çûyîna doktoran ji Tîpa R hêsantir bû, daxwazên wan ên çûyîna nexweşxaneyê li Tîpa R her tim bi bahaneya "wesayît nîne, leşker nîne" nayê qebûlkirin û ji bo wan bişînin nexweşxaneyê divê ew bûyerekê bikin."

Tûncer bibîr xist ku 18 girtiyên nexweş li ser daxwaza Wezareta Edaletê sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Bi hejmara ' ya Metrîsê hatine kirin û diyar kir ku hema hema tevahiya girtiyên anîne vê girtîgehê, ji ber ku derfetên dermankirinê nîne daxwazname nivîsandine ku li girtîgehên jê hatine werin vegerandin, gelek ji wan vegeriyane, 7 jê sewqî girtîgeha Tîpa R ku mercên wê kêmî cihê îşkencê nîne hatine kirin, girtiyên bi navê Hasan Alkiş û Yucel Balyecî jî tevî ku dixwazin vegerin girtîgehên jê hatine, hînê li girtîgeha Tîpa T ya bi hejmara 1 tên ragirtin.