Li Til Hemîs 14 gund hatin rizgarkirin

Li Til Hemîs 14 gund hatin rizgarkirin

Di operasyona şoreşgerî ku hêzên YPG’ê di 13’ê Îlonê de li herêma Til Hemîsê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin de, 14 gund û gelek mezra ji çeteyan hatin paqijkirin.

Li gorî nûçeya ANHA, di operasyonê ku li herêmên Til Marûf û Til Hemîs hat destpêkirin de, çeteyan derbeyên mezin xwarin. Çavkaniyên YPG’ê destnîşan kirin ku di operasyonê de 14 gund û gelek mezra ji çeteyan hatine paqijkirin. Her wiha gelek çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.

Hate diyarkirin ku li xeta gundên Şermux û Ebugayf şer û pevçûn didomin.

Çav li rê ye ku YPG der barê operasyonê de daxuyaniyek berfireh bide.

DAIŞ’Ê LI TIL XELÎL Û HEDÎYATÊ KOMKUJÎ PÊK ANÎ

Hêzên YPG-YPJ’ê di 13’ê Îlonê de operasyona şoreşger dabû destpêkirin û di encamê de çeteyên DAIŞ’ê wendahiyên giran dan û li ser vê DAIŞ’ê roja Yekşemê li gundê Til Xelîl û Hedîyatê ya girêdayê Til Hemîsê komkujî pêk anî. Di komkujiyê de ji 50’î zêdetir sivîl hatin qetilkirin.