Li Til Hasilê pevçûn dewam dikin: 3 sivîl mirin

Li Til Hasilê pevçûn dewam dikin: 3 sivîl mirin

Li gundê Til Hasil a Helebê di encama pevçûnên ku ji duh ve di navbera Artêşa Rêjîma Baas û çekdarên Artêşa Azad de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da.

Li Til Hasil a Helebê di pevçûnên ku duh di nava hêzên rêjîma Baas û çekdarên Artêşa Azad û Cebhet Elnesra dest pê kir, îro jî dewam kir. Di encama pevçûnan de nêzî 20 malên welatiyên sivîl hilweşiyan û gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Di nav kuştî û birîndar de hevsera muxtarê Til Hasilê Rifet Kalo, jina bi navê Fatma Kalo ya 15 salî û Hesen Mihemed Kalo jî heye. Herwiha di pevçûnan de 15 welatiyên sivîl birîndar bûn ku rewşa hineka ji wan xerab e.

Li gorî çavkaniyên herêmî hate ragihandin ku çekdarên Cebhet Elnesra dest danin ser kerwaneke leşkerî ya hêzên Rêjîma Baas. Welatiyên ku di gund de mabûn ji ber dijwariya pevçûnan neçar man ji gund derkevin. Muxtarê ku duh hêzên rêjîma Baas ew girtibûn bin çavan, serbest hate berdan.

Li gundê Til Hasil ê Helebê di navbera çekdarên Artêşa Azad û hêzên rêjîma Sûriyeyê de pevçûnên dijwar rûdan. Nûçegihanê ANF'ê diyar kir ku pevçûn di dema ku hêzên rêjîma Sûriyeyê ji rojavayê gund êrîş bike, di nav wan û çekdarên Cebhet Elnesra û Artêşa Azad de pevçûnên dijwar rû dane.

Di dema pevçûnan de hêzên rêjîma Sûriyeyê bi hewan û tangan gund topbaran kir. Gundî neçar man ku ji gund koçber bikin. Li gund şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi tena xwe mane. Herwiha hêzên rêjîmê keyayê gund Rifet Galo girtin binçavan û birin cihekî nediyar.