Derket holê ku îstîxbarata Alman ji ber bombeya ya di sala 2004an de li bajarê Kolnê ji aliyê koma Naziyan a NSU'yê ve hatibû teqandin, di wê kolana ku bûyer lê diqewime 2 salan daye pey şopa dikandarên Kurd û Tirk. Hêzên ewlekariyê ye Alman ji ber hin nakokiyên di navbera dikandarên Tirk û Kurdan de guhê xwe nedaye gumana Naziyan.
Mijdara 2011'an derketibû holê ku 10 kesên (9 penaber û polîseke jin) ku di salên 2000-2007 de hatibûn kuştin ji aliyê Koma Naziyan a bi navê NSU ve hatine kuştin. Hatibû diyarkirin ku ev koma nijadperest ku di çapameniya Alman de wekî 'hûcreya Zwickau' tê binavkirin, kiryarê bombeya 9'ê Hezîrana 2004'an ku li bajarê Kolnê li kolana Keupstrasse'yê hatibû teqandin jî.
Li vê kolanê piranî dikandarên biyanî hene. Lê belê li gorî rapora Saziya Krîmînal a Eyaletê ya 2007'an di dewsa komên Naziyan de hêzên ewlekariyê daye pey dikarên Tirk û Kurd ên di vê kolanê de. Her wiha ii bo şopandina xebata vê kolanê îstîxbaratê firmeyekî xeyalî ava kiriye. Rapor ji aliyê rojnameya "Kölner Stadt-Anzeiger" ve hate weşandin.
'ALOZÎ DI NAVBERA TIRK Û KURDAN DE HEYE'
Endamekî îstîxbaratê ku xwe wekî xebatkarê vê firmeyê nîşan daye her roj li restorantên vê kolanê geriyaye, hîm xwediyê van cihan re û hîm jî bi mûşteriyan re axiviye û ji wan pirsan kiriye. Vî sîxûrî gotiye ku "Ez li vê kolanê ji bo firmeya xwe cihekî digerim". Herwiha hin sîxûrên ku eslê wan Tirk vî sîxûrî ji dûr ve parastine.
Ji ber ku hêzên ewlekariyê qaşo fikirine ku ev êrîşên bombeyî, ji ber aloziyên di navbera dikandarên Tirk û Kurdan de heyî, pêk hatiye. Lê belê meha Sibata 2007'an ev koma îstîxberata xebatên xwe wiha rapor kiriye; "Me bi gelek rêbazan bûyerê lêkolîn kir, lê em negihiştin encamekî." Li gorî rapora Saziya Krîminal heman demê rûnişvtanên ve kolanê wiha gotine "Ev bûyer dibe ku ji aliyê kesên ku ji koçberan hez nakin pêk hatibe". Lê mixabin îstîxbarat qet neketiye pey vê gumanê.
LI ALMANYAYÊ KRONOLOJIYA NSU
Almanya cara yekemîn roja 8ê mijdara 2011an NSU'yê nas kir. Jina bi navê Beate Zschaepe ya 36 salî heman rojê li bajarê Jena teslîmê polîs bû. Cesedê du hevalên wê Uwe Bohnhardt û Uwe Mundlos jî li eyaleta Thurîngen bajarê Eisenach şewitandî hate dîtin. Her sê herî dawî di 4ê mijdarê de saet di 09.30an de ji Bankaya Sparkasse ya Eîsenach70 hezar Euro şêlandibû. Hema rojê bi kravanê re li mala Zwîckau ya ku diman hatin kuştin. Tê texmînkirin ku Beate Zschaepe ji bo delîlan tune bike xanî û karavan daye ber agir. Di xaniya hate şewitandin de jî nasnameyên ku ji aliyê îstixbaratê ve hatibûn dayîn derketin holê.
Bûyerên bi navê Hucreya Zwîckau dihat bibîranîn ji gelek aliyên ve mîna Qezaya Susurlikê (ya li Tirkiyeyê) bû. Di lêgerîna kavilan de çekên ku pê 9 penaberên di navbera 2000-2006an de hatibû kuştin û di 2007an de polîsan jin hatibû kuştin hatin dîtin. Van sê kesan li gel van cînayetan 12 salan 14 banka şêlandibû û ji rêxistiên ku endamê wan bûn 1,5 mîlyon euro pere girtibû.
Cinayetên ji aliyê Naziyan ve di 9ê îlona 2000ê de ji kuştina gulfiroşê bi navê Enver Şîmşek dest pê kir, di 6ê nîsana 2006 de li Kasselê xwediyê kafeya înternetê Halîç Yozgat hate kuştin û bi rêzecinayet bi dawî bûn. Di vê demê de 9 kes hatin kuştin. Piştî ku bûyer aşkere bûn di mijdara 2012 de Meclîsa Federal a Almanyayê ji bo lêkolînkirina bûyerê komîsyonek ava kir û der barê Rêxistiya Naziyan de lêkolînek berfireh da destpêkirin.