Li Şirnexê 16 kes binçavkirin, li Mêrsînê 2 zarok girtin

Li Şirnexê 16 kes binçavkirin, li Mêrsînê 2 zarok girtin

Li navçeya Hezex û bajaroka Gundikê Melê yên Şirnexê leşker û polîsan di ser gelek malan de girtin û 16 welatî binçavkirin. Li Mêrsînê jî 2 zarok hatin binçavkirin.

Li Şirnex û navçeyên wê operasyonên binçavkirinê berdewam dike. Di nava hefteyekê de 47 welatî hatin binçavkirin û şevê din jî operasyona binçavkirina berdewam kir. Şevê din li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan di ser gelek malan de girt û jê 2 zarok 5 kes binçavkirin. Polîsan bi wesayîtên zirxî destpêkê taxên Yenî, Atakent û Turgut Ozal dorpêçkirin û pişt re deriyên malan şikandin û ketin malan.

Piştî lêgerîna malan ya dijwar welatiyê bi navê Fevzî Kaşbaş (40), Fesîh Erşek (25), Abdullah Oger (18) û zarokên bi navê K.Ç (16) û A.K (16) binçavkirin. Hate zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Hezexê û sedema binçavkirinan nehate zanîn. Dayîka Feshî Erşek yê ku deriyê mala wan hate şikandin û hate binçavkirin Meryem Erşek bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Xwedê vê zilmê qebûl nake."

Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê jî şevê din leşkeran di ser malan de girtin. Di serdagirtinan de Rêvebera Rêxistina BDP'ê Leyla Bayram, Îzzet Bayram, Serhat Înal, Hadî Yildiz, Bahrî Înal, Agît Erk, Murat Înal, Faysal Sîdar, Mahmut Firat, Îlhan Bayik û Faysal Erener hatin binçavkirin û birin Fermandariya Tabura Cendirmeyan a Mîllî.

4 KES SERBEST HATIN BERDAN

4 welatiyên li gundên Serêkanî û Tepecikê yên Hezexê hatin binçavkirin duh derxistin dozgeriyê û piştî îfadeyên li dozgeriyê serbest hatin berdan.

LI MÊRSÎNÊ 2 ZAROK HATIN BINÇAVKIRIN

Li Mêrsînê jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozeriya Komarê ya Mêrsînê zarokê bi navê L.A. (17) di serdagirtina mala li taxa Şevket Sumerê de şevê din hate binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de zarokê bi navê A.K. (17) yê ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate binçavkirin anîn Mêrsînê. Zarokên hatin binçavkirin bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" hatin binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê tên girtin. Li bendêne ku zarokan derbixin dozgeriyê.