Li Tekîrdagê girtî di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Nimreya 2’yan Tekîrdagê diyar kirin ku ji 6’ê Îlonê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.

Hat hînbûn ku girtiyên di Girtîgeha Tîpa F ya nimreya 2’yan a Tekîrdagê li dijî polîtîkayên pêkutiyê yên îdareyê ji 6’ê Îlonê û vir ve di greva birçîbûnê ya bi dem û bi dorveger de ne. Greva birçîbûnê 3 rojan carekê tê dewrkirin û her carê 6, 8 an jî 10 kes beşdarî greva birçîbûnê dibin.

Parêzerên ku çûn serdana girtiyan diyar kirin ku gardiyan her dem bi devkî girtiyan tacîz dikin û dema girtî vî tiştî protesto dikin jî gardiyan diavêjin ser qawîşan. Parêzeran gotin ku, “Pirtûkên ku tên şandin bi awayekî kêfî tê qedexekirin. Girtî divê pirtûkan ji kantînê bixwazin. Pirtûkên ku tên kantînê jî yan gelekî biha tên yan jî hîç nayên.”

JI GIRTIYÊN NEXWEŞ RE: ME SEWK RAKIR!

Parêzeran diyar kirin ku sevka girtiyên nexweş nayên kirin û ji girtiyên nexweş re hatiye gotin ku, “me sewk rakirine.” Yên dixwazin biçin revîrê jî piştî çend hefteyan randevûyê didin wan.

Parêzeran diyar kirin ku çalakiyên mîna spor, pirtûkxane û atolye hatine rakirin û gotin, “Mafê sohbetê yê girtiyan ê hefteyê carekê jî hatiye qedexekirin. Nameyên ku ji girtiyan re tên şandin jî an dereng tê dayîn an jî hîç nayê dayîn. Name û daxwaznameyên girtiyan nayên qebûlkirin. Nameyên ji bo gilîkirinê jî nayên qebûlkirin. Yên diçin nexweşxane û dadgehan jî lêgerîna tazî li ser wan tê ferzkirin û ev lêgerîna tazî li pêş kamerayan tê kirin.”

Parêzeran diyar kirin, heta ku pêkutî bi dawî bibe wê girtî çalakiyên xwe bidomînin.