Li Taylandê karasata lehiyê
Li Taylandê karasata lehiyê
Li Taylandê karasata lehiyê
Tayland piştî sala 2011’ê bi karasata lehiyê ya herî mezin re rû bi rû ye. Ji nîva Îlonê ve, ji ber lehiyan 23 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rayedarên Taylandê diyar kir ku ji 77 bajêran, 32 jê du heftene ji lehiyê bandor bûne. Ji vê karesatê tirsa dubarebûna karesata lehiya ku sala 2011’an li Taylandê derket holê û bû sedema mirina bi sedan kesî her ku diçe zêde dibe.
Alîkarê Serokwezîrê Taylandê Plodprasop Suraswadî diyar kir ku, tufanên ku Çîn û Vietnam xistine di bin bandora xwe, ji bo Taylandê rewşeke tirsnak çênakin lê dîsan jî pêwiste welat li hemberî karesatên din ên ku dibe rû bide amade be.
Li Tayland’ê di sala 2011’an de karesateke mezin a lehiyê çêbû û 800 kesî jiyan xwe ji dest dan. Bi sedan kes winda bûn û bi hezaran mirov neçar man ku malên xwe bi terikînin.