Komîteya xizmetan a Meclisa Gel li Helebê bi mebesta nirxandina karên ku hatine kirin, civînek li dar xist. Di civînê de hat gotin ku di demekî nêz de kêşaya firne û elektrîkê dê were çareser kirin.
Civîn bi axaftina berpirsyarê komîteya xizmetan Nûreldîn Xelîl destpêkir. Xelîl di axaftina xwe de diyar kir ku komîteya xezmetan bi kar û barên giring, bo xizmeta gelên Helebê rabûye. Xelîl balkişand ser hinek karên ku komîteya wan dixwaze çareser bike.
Hate diyar kirin ku karê sereke ku komîte pê rabûye çareserkirina kêşaya elektrîkê li taxa Şêxmeqsûd e. Di dawiya civînê de komîtê biryarê vê biryarê da; Li taxa Şêxmeqsûd pirsgirêkên eltrîkê dê di nava 3 rojande bi temamî were çareserkirin.
Komîteyê bang li şîneyên taxa Şêxmeqsûd kir ku bi berpisyarî elektrîkê bi kar bînin. Herwiha hin firneyên nan jî ji aliyê komîtê vê hatin temîrkirin.