Li taxa Gazî 1. Kombûna Hunerê

Li taxa Gazî 1. Kombûna Hunerê

Meclîsa Hunerê ku ji hunermendên sînema, muzîk, peyker û gelek qadên din ên hunerê pêk tê, di 26-27'ê Cotmehê de wê li Taxa Gaziyê, li Parka Mezin a Gazî bi mijara "Her der Taksîm her der Berxwedan" 1. Kombûna Hunerê pêk bîne.

Di çalakiyê de wê ji bo bîranîna berxwedêrên di Berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan, qadên mîna "Meydana Şano ya Ethem Sarisuluk", "Mehdana Dansê ya Mehmet Ayvalitaş", "Meydana Muzîkê ya Alî Îsmaîl Korkmaz", "Meydana Helbest û Wêjeyê ya Ahmet Atakan" Konê Sînema yê Abûllah Comert" werin afirandin. 

Di 1. Kombûna Hunerê de wê gelek hunermendên mîna Zûhal Olcay, Erkan Ogûr, Aynûr dogan, Huseyîn Tûran, Nejat Yavaşogûllari, Fûat Saka, Grûp Yorûm, Niyazî Koyûncû, Can Dundar, Eşber Yaşmûrderelî, Sînan Tûzcû, Asli Ongoren, Ezel Akay, Bariş Pîrhasan, Vedat Ozdemîr, Alev Cimbarci, Mehmet Aksoy amade bin.