Li Taksîmê terora AKP’ê, gelek birîndar û binçavkirî hene

Li Taksîmê terora AKP’ê, gelek birîndar û binçavkirî hene

Berxwedana komên dixwazin biçin Qada Taksîmê berdewam dike. Li Tarlabaşi û Şîşliyê bi hezaran kes hewildidin biçin Qada Taksîmê û polîs bi hêz bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyê dike. Di bûyeran de bi dehan kes birîndar bûn û bi deha kes jî hatin binçavkirin.

Li Şîşliyê pevçûn ji serê sibê dest pêkirin û didomin. Hevkarên HDK'ê xwestin barîkata li ber Navenda Kar a Profîloyê derbaz bibin rastî êrîşa polîsan a dijwar hatin. Koma piştî pevçûnê li kolana belav bû. Di dema êrîşan de rojnameger jî bûn hedefa polîsan. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko li Navenda Giştî ya DÎSK'ê ya rastî êrîşa polîsan hat daxuyanî da û diyar kir ku, ev daxuyaniyekî pêşiyê ye û dê bi tevlîbûna konfederasyonên daxuyaniyekî berfireh bidin. Beko êrîşa polîsan "terora dewletê" bi nav kir û wiha got: "Polîsan li gelek semta bi bombeyên gazê êrîşî zarokan jî kir. Em van êrîşan qebûl nakin. Divê êdî hemû riyên diçin Taksîmê bên vekirin. Divê cihê karker dixwazin biçinê bila biçin. Em naxwazin êrîşên serê sibê pêk hatin çareke din pêkê bên."

LI BEŞÎKTAŞÊ AVA TOMA'YÊ XILAS BÛ

Li Beşîktaşê ji bênavber êrîşa polîsan berdewam kir. Gelek kes ji ber gazê bi bandor bû. Ji ber barîkatên poîlsan ambulans bi zorê hatin cihê bûyeran. Piştî ava TOMA'yan bi dawî bû bi wesayîtên îtfaiyeyê alîkarî anîn. Komên bersiva polîsan dan bi kulubeyên telefonan, destşoyên seyar û konteynirên çopê bend avakirin. Wesayîtekî reklamê ya ayîdî AKP'ê hate texrîpkirin û polîsan bombeyên gazê avêtin rojnameyan jî. Di encama mudaxeleyên li vir 2 kes hatin binçavkirin. Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul, li vir daxuyaniyek da û wiha got: "Berxwedana 6 seet a li vir didome bersiva AKP'ê ya ku dibêje 'ya ez dixwazim dê bikim' ." Tombul anî ziman ku, ya niha tê kirin pîrozbahiya 1'ê Gulanê nîne destpêka têkoşînekî nû ye. Piştî daxuyaniyê rêzgirtin pêk hat. Komê diyar kir ku, piştî surda 1'ê Gulanê dê belav bibin û hêj ev yek pek nehat polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî komê kir. Di dema êrîşa polîsan de rojnameger ji serê xwe birîndar bû.

LI TARLABAŞI PEVÇÛN BERDEWAM DIKIN

Li kolanên Tarlabaşi ya Beyoglu pevçûn berdewam dikin. Ciwanên bi molotof û keviran bersiva polîsan didin slogana "Bijî berxwedana me ya Taksîmê" qîr dikin. Ji ber bombeyên gazê gelek kes bi bandor dibe. Li Okmeydaniyê jî bûyer berdewam dikin û gelek paçeyên banqeyan şikestin.

GELEK KES BIRÎNDAR BÛN

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê jî bi daxuyaniyekê bîlanço aşkera kir. Li gorî daneyên ÇHD'ê welatiyê bi navê Serdal Gul ji ber bombeya gazê ya bi serê wî ket rakirin Nexweşxaneya Memorîalê. Di encama kişandina tomografiyê de Gul di beşa lezgînî de tê girtin ji bo ameliyata mejû amad dikin. Welatiyê bi navê Fehmî Oran Meşe jî ji ber bombeya gazê rakirin Nexweşxaneya Etfal a Şîşliyê û dê bê ameliyetakirin. Welatiyê bi navê Emrah Akbaba yê ku birîndar bû li Nexweşxaneya Turkiyeyê, Zeynel Sabaz li Nexweşxaneya Acibademê, Şafak Kurt li Nexweşxaneya Etfalê, Alî Ugurlu, Riza Soylu û Esîn Yildiz jî li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin.

BI DEHAN KES HATIN BINÇAVKIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, welatiyên Zeynel Nîhadîoglu, Gonul Dogan, Dogan Demîr û Velî Karaçam ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û rewşa Zeynel Nîhadîoglu ya tendûrîstî baş nîne. Hate hînbûn ku, li herêma Şîşliyê ji 13 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Li herêma Beşîktaşê Burcu Kender û 2 kesên din ên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Li herêma Tarlabaşi jî welatiyên Alî Unlu, Gokhan Emîr, Yîgîtcan Emîr, Mustafa Aydogdu, Funda Erbay, Fatîh Karademîr, Dîlek Odabaş, Îpek Ece Seker, Cihan Odabaş ên di malekê de hatin asêkirin hatin darpkirin û tê texmînkirin hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku, li heman herêmê 21 kes hatin binçavkirin.