Li Taksîmê bîranîn û dorpêç

Taksîm û derdora wê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin, Sendîka şehîdên 1'ê Gulanê bi bîr tînin.

Polîsên Tirk beriya bîranîn û pîrozkirina 1'ê Gulanê Meydana Taksîmê Parka Geziyê bi barîyeran dorpêç kir.  Bîrdariya Komarê ya Taksîmê jî bi barîyerên polîsan hate dorpêçkirin. Qada ku bîrdarî lê ye li trafîkê hate girtin, li têket û derketa metroyê jî dorpêça polîsan heye.

Meydan Taksîmê û kuçeyên ku diçine ser meydanê bi barîyeran polîsan hatine girtin, gelek polîs hene. Gel ji cihên ku hatine diarkirin dikarin biçin û bên.

Sendîkayên karker, karmend, tendiristî û mîmar û endezyaran ên DÎSK, KESK, TTB Û TMMOB'yê kesên ku 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Di bîranînê de Hevserokên sendîkayan, nûner û rêveberên partiyan, wekîl û bi sedan karker hazir in. Girse bi dirûşmên, ''Bijî Yekê Gulanê'', ''Li dijî faşîzmê em mil bidin hev'', ji Suraselvîyan heta bi Kaşê Kazanci meşiya.