Li Sydneyê şevbêrka piştgiriya Rojava
Li Sydneyê şevbêrka piştgiriya Rojava
Li Sydneyê şevbêrka piştgiriya Rojava
Li Mala Kurdan a Sydneyê bi beşdariya Kurdên ji Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê şevbêrkek pişgirtiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin.
Şevbêrka li bajarê Awustralya Sydneyê bi beşdariya derdora 250 kesî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan derbarê rewşa ewlehî, perwerde û xweseriya demokratîk a gelê Rojava de sînevîzyonek hate nîşandan. Piştre hunermend Xanemîr derket ser dikê û li ber stranên wî govend gerandin.
Di şevê de ji bo Rojava alîkarî hate komkiirn. Komîteya Pişgiriya Rojavayê Kurdistanê ya bi pêşengiya Komeleya Kurdên Awustralyayê hatiye damezrandin dê xebatên berhevkirina alîkariyê bidomîne.