Li Sydneyê komplo hate protestokirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û politîkaya tecrîdê li bajarê Sydneyê yê Avûstûralyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li bajarê Sydneyê yê Avûstûralyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Cûstons Hoûse bi çalakiyekê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin. Di çalakiyê de Kurdistanî û dostên wan Komploya 9’ê Cotmehê û politîkaya tecrîdê jî protesto kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku gelê Kurd li derdora Ocalan bûn xelek, komplo pûç kirine. Axaftvanan diyar kirin ku hêzên herêmî û navnetewî ji bo komployê nû bikin li ser Ocalan tecrîdê pêk tînin û bal kişandin li ser rola DMME û CPT’yê. Kurdistanî û dostên wan helwesta herdu saziyên Ewropa şermezar kirin.

Kurdistaniyan bang li hikumeta Avûstûralya kirin ku tecrîd sûcê dij mirovahiyê ye û li dijî vê bêdeng nemînin.

Di çalakiyê de gelek belavokên li ser komployê hatin belavkirin.