Li Swêdê zarokên penaber di grêva birçîbûnê de ne

Li Swêdê zarokên penaber di grêva birçîbûnê de ne

Li dijî polîtîkayên penaberiyê yên giran ên hukûmeta Swêdê, grêvên birçîbûnê zêde dibin.  Li bajarên  Umeå, Boden û Holmsund grêva birçîbûnê ya penaberên Efgan dewam dikie û 8 zarokên di 3'ê Gulanê de li bajarê Gävle xwestin radestî Efganîstanê bên kirin, dest bi grêva birçîbûnê kirin. 

Bi armanca destekdayîna grêva birçîbûnê ya 8 zarokên ji 13 heta 17 salî, ciwanên Swêdî jî grêva birçîbûnê ya rojekê bi dorveger lidar xistin, dibistan hatin boykotkirin û xwepêşandan lidar xistin.

Zarok, grêva xwe ya birçînê ya li pêşberî Daîreya Penaberan bi biryardarî dewam dikin. 
Li gel hemû nerazîbûnan jî, rayedarên Daîreya Penaberan u Hukûmeta paşve gavan navêjin.

Wezîrê Penaberiyê Tobias Billström, ku berî niha bi daxuyaniyên xwe yên nijadperest ên li ser mijara penaberiyê ket rojevê û li nerazîbûnan rast hat, çû serdana zarokan. 

Billström îddîa kir, ku ew şert û mercên giran ên zarokan fêm dike û got, "Lê di vî warî , ez nikarim tiştekî bikim. Lê pêşberî biryara parlamentê bi hurmet im."

YA MAFÊ PENABERIYÊ YA JÎ MIRIN

Çalakgerên zarok ku hemû bi tenê hatine Swêdê û li vî welatî ti xizmên wan tineye, ji Wezîrê Penaberiyê ne razî ne. 

Afsûn Mohebat ê 17 salî, ku xuşka wî ya biçûk hewl da dawî li jiyana xwe bîne û li nexweşxaneyê tê dermankirin diyar kir, ku diya wan ji aliyê Talîbanê ve hat kuştin û ji ber xeteriya kuştina wan jî heye, ew naxwazin vegerin Efganîstanê.

Di grêva birçîbûnê pankarta bi nivîsa "Heta mafê penaberiyê bê naskirin, an jî heta em bimirin emê grêvê dewam bikin" balê dikşîne.