Li Swêdê nerazîbûna li êrîşên li dijî Rojava
Li Swêdê nerazîbûna li êrîşên li dijî Rojava
Li Swêdê nerazîbûna li êrîşên li dijî Rojava
Li Swêdê, rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar, êrîşên li dijî gelê Kurd ê li Rojava şermezar kirin. Ji bo rawestandina komkujiyên li gelê Kurd rêxistinan ji Hikûmeta Swêdê xwestin ku bikeve navberê û bang li Neteweyên Yekbûyî jî kirin ku mijarê bixe rojeva xwe.
Komîteya Stokcholmê ya Mafên Kurdan, Ji bo Aştiyê Hunermend, Meclîsa Aştiyê ya Swêdê, Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Swêd-Tirkiyeyiyan, Ji bo Aştiyê Jin, Kurdocîde CHAK û Konseya Kurd a Swêdê bi daxuyaniyeke hevpar û diyar krin ku Kurdên li Rojava ne li gel rejîma Esad ne jî li gel komên çekdar ên mûxalefetê cih girtine, rêya sêyemîn hilbijartine û demeke dirêj xwe ji pevçûnan vegirtine.
Rêxistinan destnîşankirin ku di serî de Tirkiye, rejîmên paşverû yên mîna Qatar û Erebîsatan Siûdî ji bo statuya gelê Kurd asteng bikin, komên radîkal ên olî yên mîna El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ajotine ser gelê Kurd.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên radîkal ên paşverû ji mizgeftan fetwayên ku qetilkirina Kurdan, destdanîna malên Kurdan û destavêtina jinan ji xwe re mubah dibînin dane û hat destnîşankirin ku Tirkiye destekeke aktîf dide van koman û kujerên El Nûsra yên birîndar bi ambûlansan li Tirkiyê derman dike.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk û rejîmên din ên paşverû yên piştgiriyê didin çeteyan, pêşî li alîkariya deman û xwarinê ya ji bo gelê Rojava digirin û hat xwestin ku Hikûmeta Swêdê nerazîbûn nîşanî rewşê bide û Neteweyên Yekbûyî jî mijarê têxe rojeva xwe.
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ EL NÛSRA ZÊDE DIBE
Nûnera rojnameya Swêdê Svenska Dagbladet a Rojhilata Navîn Bîtte Hammargren, di nivîsa xwe de ragihand ku Kurdên li Rojava dijîn hikûmeta Tirk tawanbar dikin ku çekê dide El Nûsra û êrîşî Rojava dide kirin. Di nivîsê de hat destnîşankirin ku ji ber van êrîşan nêzî 40 hezar Kurd neçar mane Rojava biterikînin û xwe li Başûrê Kurdistanê bigirin. Hammargren diyar kir ku bajarê Dîlokê bûye navenda mûxalefeta li Sûriyê şer dike û da xuyakirin ku komên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hin derdorên li nava mûxalefetê bêzar dikin û ji ber vê yekê di navbera van koman de car carna pevçûn rû didin.
Di gotareke di koşeya "nîqaşê" ya Televîzyona Dewletê ya Swêdê Svt de, cih ji komkujiyên El Nûsra yên li Sûriye û Kurdistanê kiriye, hat veqetandin. Bi mînakên berçav tê vegotin ka çawa komên mîna El Nûsra yên ji hikûmeta AKP'ê piştgiriyê werdigirin, bi hovane gelê Kurd qetil dike.
Di gotara bi îmzeya Yekbûn Alp de tê gotin ku li Swêdê jî bi rêya mizgef û malperên înternetê, bi armanca cîhadê ciwan ji bo şer bike ji Sûriye û Kurdistanê re tên şandin û tê xwestin ku ji bo pêşîgirtina li vê rewşê, rayedar tedbîran bigirin.