Li Swêdê nerazîbûna li dijî cezakirina rahîp Aho

Rêxistinên civakî yên demokratîk ên li Swêdê nerazîbûn nîşanî cezakirina Rahîp Aho (Sefer Bîleçen) dan û Parlamenterê Partiya Lîberal Robert Hannah jî mijar xist rojeva parlamentê.

Rahîbê Keşîşxaneya Mor Yakop Rahîb Sefer Bîleçen (Aho) bi sûcdariya "alîkariya ji bo rêxistina terorê" bi 2 sal û mehekê cezayê girtîgehê hate cezakirin. Rêxistinên Asûrî-Suryanî yên li Swêdê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.

Federasyoa jinên Asûrî, Federasyona Suryanî, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, Federasyona Tûrabdîn, Yekîtiya Demokratîk a Suryanî û Rêxistina Demokratîk a Asûrî ku bi deh hezaran Asûrî-Suryaniyan temsîl dikin, bi daxuyaniyeke hevpar cezakirina Rahîb Aho şermezar kirin.

Sazî û rêxistinên Asûrî-Suryanî ku çend sal in weke Komîteya Tûrabdîn kar dikin, xwestin ku biryara dadgehê ya têkildarî Aho bê betalkirin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan jî kirin ku li ber vê bêedaletiyê rabin.

Rêxistinan diyar kirin ku Keşîşxaneya St. Jakob a ku rahîb Aho lê wezîfeyê dike li quntara çiyayekî ye, herêm qada şer e.

'BIRYARA MEHKÛMIYETÊ YA LI DIJÎ AHO, BIRYAREKE SIYASÎ YE Û LI DIJÎ ASÛRÎ-SURYANIYAN E'

Rêxistinan bi bîr xistin ku alîkariya ji bo kesên alîkarî û xwarinê dixwazin, wezîfeya Rahîb Aho ye û xwest ku dadgeh biryara xwe ya 7'ê Nîsanê ya mehkûmkirina Aho ji nû ve binirxîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku biryar siyasî ye, li dijî Asûrî-Suryaniyên li herêmê ye û hate gotin, "Biryareke bi vî rengî derba herî giran a li gelên xwecihî yên li herêmê ye."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Asûrî-Suryaniyên li herêmê welatiyên Tirkiyeyê ne, lewma azadî, mal û milkên wan, azadiya baweriya wan divê ji aliyê dewletê ve bê ewlekirin.

Komîteya Tûrabdîn bang li saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî kir ku ji bo betalkirina cezayê li Rahîb Aho hatiye birîn bikevin nava hewldanan.

CEZAYÊ LI AHO HATE BIRÎN DI ROJEVA PARLAMENTA SWÊDÊ DE YE

Parlamenterê Partiya Lîberal Robert Hannah jî rewşa Rahîb Sefer (Aho) Bîleçen xist rojeva Parlamenta Swêdê.

Robert Hannah ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde xwest ku ji betalkirina cezayê li Bîleçen hatiye birîn bikeve nava hewldanan û mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropayê.