Li Swêdê kampanya piştevaniya ATÎK'ê

Endamên ATÎK'ê yên li Swêdê dijîn, girtina 9 endamên ATÎK'ê li Elmanya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya û Fransayê protesto kirin û bang li tevahiya Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swêdê dijîn kirin ku piştgiriyê bidin ATÎK'ê.

Endamên ATÎK'ê yên li Swêdê dijîn, girtina 9 endamên ATÎK'ê li Elmanya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya û Fransayê protesto kirin û bang li tevahiya Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swêdê dijîn kirin ku piştgiriyê bidin ATÎK'ê.

Piştî bangê, endamên ATÎK'ê, şoreşger û welatparêzên Kurdistanî û Tirkiyeyî ji bo serbestberdana endamên ATÎK'ê yên hatin girtin, dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Di daxuyaniya bi îmzeya kes, komele û saziyan de hat ragihandin ku Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) salên dûr û dirêj in li welatên cuda yên Ewropayê li hemberî dijminatiya li biyaniyan, li dijî nîjadperestî û astengkirina mafên kedkar û karkeran têkoşiya ye, piştgirî daye têkoşîna azadî, mafên mirovan û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û hat destnîşankirin ku ji ber van hewldanan ATÎK li Ewropayê bûye hedefa dijminê biyaniyan, hêzên paşverû û dewleta Tirk.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hewldana provokasyonê yên li Agiriyê û heman piştî vê girtina endamên ATÎK'ê nîşan didin ku hin welatên Ewropayê bi dewleta Tirk re di nava hevkariyeke qirêj de ne.

Di daxyaniyê de hat ragihandin ku girtin û operasyonên li hemberî ATÎK'ê êrîşa li dijî azadiya rêxistinbûyîn û ramanê ye û hat gotin, "Em êrîşa li hemberî ATÎK'ê weke êrîşek li dijî tevahiya hêzên demokrasiyê dibînin û dixwazin endamên ATÎK'ê yên hatine girtin tavilê serbest werin berdan."