Li Swêdê çalakiya ji bo Bakur û HDP'ê

Bi armanca şermezarkirina rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, Kurdistaniyên li bajarê Orebro yê Swêdê dijîn, herikîn kolanan.

Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê li hev civiyan û li pişt pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "HDP gel e, gel em in", "Nabe HDP were qedexekirin" hatin qîrîn.

Piştî vê meşê, li navenda bajêr mîtîngek hat lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro Ridvan Altûn li mîtîngê axivî û bibîr xist, ku AKP'ê li hemberî gelê Kurd şerekî topyekûn îlan kiriye, bajarên Kurdan dişewitîne û hewl dide HDP'ê tesfiye bike. Altûn bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kir, ku li hemberî operasyonên qirkirinê helwestê nîşan bidin. Altûn bang li Kurdistaniya jî kir, ku piştgiriya ji bo berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û desteka ji bo HDP'ê zêde bikin.

Nûnerê YNK'ê jî diyar kir, berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê rêya rizgariya gelên bindest nîşan dide û berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kir. Nûnerê YNK'ê bal kişand ser girîngiya pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan.

LI STOCKHOLMÊ WÊ ÎRO JI BO HDP'Ê XWEPÊŞANDANA PIŞTGIRIYÊ BÊ LIDARXISTIN

Kurdistanî û komên Swêdî yên roja Şemiyê ji bo şermezarkirina rakirina destnedana HDP'yiyan li Meydana Sergelê xwepêşandan lidar xistin, wê îro jî li Meydana Mynttorget a li kêleka parlamentê xwepêşandanê lidar bixin. Di çalakiyê de wê êrîşên li Bakurê Kurdistanê û yên li hemberî HDP'ê, werin şermrezarkirin.

Xwepêşandan wê saet di 17:00 de li Meydana Mynttorgetê destpê bike. Çalakî ji aliyê Komîteyên Bakur, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Forûma Çep a Navneteweyî ve tê organîzekirin.

...