Li Sûriyeyê ‘serhildêran’ rojnamevanek kuştin

Li Sûriyeyê ‘serhildêran’ rojnamevanek kuştin

Hate ragihandin ku, rojnamevanekî di televîzyona dewletê de ku li başûrê paytextê Sûriyeyê Şamê kar dikir ji aliyê ‘serhildêran’ ve hatiye kuştin.

Ajansa nûçeya ya Sana ragihand ku, êrîş roja Pêncşemê çêbûye. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku, rojnamevan ji aliyê “terorîstan” ve hatiye kuştin.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye û her wiha çavkaniya herî bingehîn ya çapemeniya rojavayiyane, wê jî piştrast kir ku kesê bi navê Basel Tewfîq Yûsûf li taxa Tadamûn ji aliyê “serhildêran” ve hatiye kuştin û da diyarkirin ku, serhildêran rojnamevan bi alîgiriya rejimê weke endamê milîsên “Şabîha” sûcdar kiriye.

Li gorî Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye ragihand ku, serhildana ji Adara 2011’an destpêkir û piştî demekê vegerî pevçûna çekdarî heya niha 38 rojnamevana jiyana xwe ji dest dane.

Di şerê li Sûriyeyê ku bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest da, NY rejima Sûriyeyê bi sûcê şer û mirovahiyê sûcdar dike, her wiha dabû diyarkirin ku, komên çekdar jî yên înfazên komî pêktînin û sivîlan hedef digirin jî sûcê şer dikin.