Li Sûriyê şerên dijwar didomin

Li Sûriyê şerên dijwar didomin

Li bajarên Heleb, Hema , Şam, Dêra Zorê û Deraa yên Suriyê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozisyonê pevçûnên dijwar didomin. Hate gotin ku di encama pevçûnan de gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine girtin şevê din li bajarokê Morik ê Hemayê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de pevçûn derketin. Hate gotin ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne. Hate ragihandin ku di heman demê de hêzên rêjîmê herêma li ser rêya Bajarokên Morik û Soran ên Hema topbaran kirine.

Li herêma Xûta Xerbî ya paytext Şamê jî di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê pevçûn derketin. Hate gotin ku kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne, lê agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Li taxên Cibêliyê, Raşidiyê yên Dêra Zorê jî di navbera herdu aliyan de cih bi cih pevçûn derketin. Der barê kuştî û birîndaran ti agahî nehatine bidestxistin.

Çavkaniyan ragihand ku şevê din li bajarokê Casim ê Derea jî şer dereketine, lê der barê encaman de ti agahî ne hatine bidestxistin.

Li Helebê jî li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtine, şevê din li taxên Şêxmeqsûd, Sêf El- Dewle û derdora navenda Muxaberat a li taxa Heleba Nû ( Heleb El-Cedîdê) û Çerxeriya Lêremûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê de şer û pevçûnên dijwar derketin. Hate gotin ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin girtin.

Li aliyê din li bajarokê Heyan ê Helebê jî di navbera hêzên rêjîmê û DAIŞ'ê de pevçûn derketin. Hate gotin ku di encama şer û pevçûnan de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne.

Hêzên rêjîmê her wiha derdora taxa Şêxmeqsûd topbaran kir. Hate gotin ku di encamê de ziyana madî li derdorê çêbû ye. Çekdarên opozisyonê jî taxên Sebi Behrat topbaran kirin. Hate gotin ku ji ber topbaranê hin welatiyên sivîl birîndar bûne.

Li aliyê din hêzên rêjîmê bajarokên Mecûra, Elwizêhiyê, Kefer Dail û Dêr Hafir, her wiha rêya Kastêlo topbaran kirin. Hate gotin ku di encamê gelek welatiyên sivîl birîndar bûne.

Çavkaniyan ragihand ku çekdarên opozisyonê mizgefta Şêx Hîlal a li bakurê Helebê teqandine. Çavkaniyan gotin ku komên çekdar bi hinceta ku gorek kevin di mizgeftê de ye ew teqandiye.