Li Sûriyê bi 1,5 ton teqemeniyê êrîş

Li Sûriyê bi 1,5 ton teqemeniyê êrîş

Li nêzî bajarê Hama yê Sûriyê, hat ragihandin di encama êrîşa xwekujî ya bi wesayîta bombebarkirî de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat hînbûn ku êrîş bi teqemeniyeke ji 1,5 tonî pêk hatiye.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku di êrîşa xwekujî ya bi kamyona bombebarkirî ya li nêzî Kargeha Çandiniyê ya Meknana de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar bûne.

SANA diyar kir ku çalakgerê xwekujî, di dema derbasbûna kamyona tê de tupên mutbexê hebû wesayîta bombebarkirî teqandiye û ragihand ku di encama teqînê de tevî 20 wesayîtan gelek mal û kargehan zerareke mezin dîtine.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku piştevaniya mûxalefetê dike ragihand ku êrîş li dijî nuqteya kontrolê ya rejîmê pêk hatiye.