Li şûna gel midûrên gelemperiyê tevlî mîtînga AKP’ê bûn
Mîtînga nasandina namzetên AKP’ê ti eleqe nedît. Midûrên gelemperiyê jî ku beşdarî mîtîngê bûn, gel namzet şermezar kir.
ANF
WAN
şemî, 18 avrêlê 2015, 16:23
Mîtînga nasandina namzetên AKP’ê ti eleqe nedît. Midûrên gelemperiyê jî ku beşdarî mîtîngê bûn, gel namzet şermezar kir.
Gel ti eleqeyek nîşanî mîtînga nasandina namzetên AKPyî ya li ber avahiya AKP’ê ya Wanê neda. Di mîtînga ku tenê 100 kes beşdar bûn, Midûrê Perwerdeya Milî Kiyasettîn Kirekûn û Midûrê Van ÎŞ-KUR Mehmet Salîh Serçe jî bal kişandin. Gel dema namzetên AKP’ê di Cadeya Mereşê de derbas dibûn, bi avêtina hêkan şermezar kir.