Li Stuttgartê ji jinên kurd çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’

Li Stuttgartê ji jinên kurd çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’

Li bajarê Stuttgart a Almanyayê ji bo sê şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çile de hatin qetilkirin, çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ pêkhat.

Çalakiya ku Komîsyona Jinan a Meclisa Gel ya Stuttgartê û Komeleya Çanda Kurd ya Mezopotamyayê organîze kir bi dirûşmeya ‘Bêdengiya we hevkariya we ye’ pêk hat. Jinên kurd yên ku duh nêzî du saetan li ser seferatxaneya Fransayê ya li qada Rotebulhl Platz nobet girtin diyar kirin ku bila cînayeta Parîsê ronî bibe.

Jinan bêdengiya hikûmeta Fransayê ya li dijî komkujiyê protesto kir û danezan xwendin û banga hestiyarê li rayagiştî kirin. Jinan da zanîn ku heta komkujî ronî nebe dê çalakiya xwe bidomînin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din îmze hatin berhevkirin.