Li Stuttgartê çalakiya xwedîderketina li grevên birçîbûnê
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê mîtîngek pêk hat.
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê mîtîngek pêk hat.
Mîtînga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad li Lautenschlagestrasseyê pêk hat û Gif, SKB, ATÎK, MLPD û Suzammen Kampfen piştgirî dan çalakiyê.
Di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven, berxwedêrên li Strasbourgê û Ozkan Ozdemîr hatin hildan.
Girseya gel heta Karsplatzê meşiya û li ser berxwedana grevên birçîbûnê belavok belav kir.