Li Strasbourgê skandala tecawîzê hat şermezarkirin

Li Strasbourgê skandala tecawîzê hat şermezarkirin

Bertekên li dijî hovitiya bûyera tecawîzê ya li Çewlîkê ku zaroka 16 salî rastî tecawîza 8 leşkeran hat didome. Li bajarê Strasbourg a Fransayê komek jin hatin cem hev û bi çalakiya bêndeng ya runiştinê skandala ku dewleta tirk û daraza wê avêtiye şermezar kirin.

Li Qada Kleber a Strasbourgê jinên kurd û tirk hatin cem  hev û li dijî skandala tecawîzê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de pankartên wekê ‘Dewleta tirk tecawizkarên 16 salî serbest berda, Tecawîz sûce’ hatin hildan.

Her wiha di çalakiyê de wêneyên ku şîdeta zayendî tasvîr dike jî hatin hildan û çalakiyê eleqeyek mezin dît. Di çalakiyê de hinek ciwanan pirsên der barê skandalê de bersivand.

Jinan da zanîn ku heta leşkerên tecawizê E.A kirine neyên darizandin dê bertekên xwe bidomînin.