Li Stockholmê Yekemîn Mihrîcana Filman a Kurd dest pê kir
Li Stockholmê Yekemîn Mihrîcana Filman a Kurd dest pê kir
Li Stockholmê Yekemîn Mihrîcana Filman a Kurd dest pê kir
Kurdên li Stockholmê heyecana yekemîn Mihrîcana Fîlm a Kurd dijîn. Derhênerên kurd û rewşenbîrên kurd ev du sal e xebateke mezin dimeşînin û xebatên wan encam da. Yekemîn Mihrîcana Çandê ya Stockholmê bi filmê derhênerên kurd yê Başûr Farîborz Kamkarî yê bi navê ‘Kulîlkên Kerkukê’ dest pê kir.
Mihrîcana di 21’ê sibatê de dest pê kir û dê çar rojan bidome, filmên metraja dirêj û kin yê derhênerê kurd, bi belgefilmên ku mijara wan siyasî û civakî ne dê bidome.
Li sînemaya ‘Rio Bio’ hunermendên kurd Pedram Shahlai û Mosthagh Feizyabî keman û def lêdan. Piştî muzîkê şefa mihrîcanê Yasemîn Salik axaftinek kir û diyar kir ku ji bo pêşvebirina ziman û çanda kurd derhêner û lîstikvanên kurd jiyana xwe avêtine xetereyê û got dema ew van fîlman temaşe dikin gelek kêfxweş dibin.
Derhênerên kurd û Serokê Komîteya Mihrîcanê Zanyar Adamî jî diyar kir ku 7 sal berê li Londonê pêla Mîhrîcana Fîlman a Kurd dest pê kir û piştre li Newyork, Montreal, Kopengah û herî dawî jî gihiştiye Stockholmê. Zanyar anî ziman ku derhênerên kurd di bin şert û mercên zehmet de û derfetên kêm de serkeftinên mezin bi dest dixîne û got ku armanca wan ev e ku di navbera Kurdistan û Swêdê de pirekî ava bikin.
Berpirsa bernameya mihîrcanê û derhênera kurd ku ligel temenê xwe yê ciwan îmze avêtiye xebatên gelek girîng, derbarê filmên dê bê nîşandan de agahî da.
Filmê derhênerê Kurd Karzan Kader yê bi navê ‘Bekas’ ku maceraya xwe ya ku du zarokên bê kes Dana (Sarwar Fazil) û Zana (Zamand Taha) ji Başûrê Kurdistanê bibe DYA’yê dê ji bo xwendekarên dibistana seretayî bê nîşandan.
Filmê derhênerê kurd Sedat Yilmaz yê bi navê ‘Press’ ku şert û mercên xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê ya sala 1990’î vedibêje û fîlmê derhênerê Rojhilatê Kurdistanê Taha Karîmî yê bi navê ‘Çiyayê Qendîl’ dê di 23’ê sibatê de bê nîşandan.
Di mîhrîcanê de belgefîlmê metraja kin yên Hîsham Zaman “Bawke”, yê Berivan Binevisa “Phone Story”, yê Arîn Înan Arslan “Pera Berbange”, yê Rezan Yeşîlbaş “Sessiz”, yê Ferit Karahan “Xewna Yusuf”, yê Saman Hosseini “Bê welat” jî cih digirin.
Her wiha belgefilma ‘Jinên Dengbêj’ ku Film Mor Ateljesî, felgefilma Sabîte Kaya yê bi navê ‘Bedenên bê ruh’ û belgefîlma Akram Hîdou yê bi navê ‘Zarokên bi kelepçe yên Helebê’ dê bê nîşandan.
Di 23’ê sibatê de derhêner Saman Hosseînî, di 24’ê sibatê de jî derhêner Sabîte Kaya dê tevli mîhrîcanê bibe û gotarekê pêk bînin.
Yasemîn Salik ku pirsên me bersivan diyar kir ku fîlmên kurd di bin şert û mercên giran de tên kişandin û armanca wan eve ku çanda kurd li Swêdê bidin nasîn.