Li Stockholmê Seydo û 6 PJAK’î hatin bibîranîn
Li Stockholmê Seydo û 6 PJAK’î hatin bibîranîn
Li Stockholmê Seydo û 6 PJAK’î hatin bibîranîn
Gerîlayê PKK’ê Muhemmed Seydo k udi 18’ê Nîsanê de li Brukselê jiyana xwe ji dest da û her wiha 6 gerîlayên PJAK’ê k udi 2010’an de di êrîşa operasyoneke hewayî de jiyana xwe ji dest dan li Stocholmê hatin bibîranîn.
Bernameya li Komeleya Çanda Kurd pêk hat, ji bo Seydo û 6 şervanên PJAK’ê û hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştre siyasetmedarên kurd û xizmên şehîdan mafê axaftinê girtin û li têkoşîna şehîdên qeyraman hatin rawestandin.
Siyasetmedarên kurd Hesen Cudî, der barê pêvajoya nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye despêkirin de agahî dan û got ev pêvajoya nû berhema têkoşîna Seydo û hemû şehîdane.
Mezdek Heval jî axivî û bîranînên xwe yên bi 6 PJAK’ê re vegot. Heval da zanîn ku rêhevalên wê di encama êrîşeke ku DYA, Îran, Tirkiye û Iraqê plankiribû de hatin qetilkirin û got bi vê komkujiyê hedef dikirin ku dengê PJAK’ê bê deng bikin.
Hîva Muhammedî û Şiwan helbestê ku bo Seydo û 6 PJAK’iyan nivîsibûn xwendin. Her wiha sînevîzyoneke der barê şert û mercên jiyana gerîla de hat nîşandan.