Li Stockholmê ji bo dengê 'NA' mîtîngek hate lidarxistin
Çalakiya li meydana Medborgaplatsen a Stockholmê bi beşdariya Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt pêk hat.
Çalakiya li meydana Medborgaplatsen a Stockholmê bi beşdariya Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt pêk hat.
Platforma NA, ku ji bo dengdana dawiya vê hefteyê ya li Swêdê xebatên xwe zêde kir, duh li paytext Stockholmê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, Swêdî û Tirkiyeyî, çalakiyek lidar xist.
Çalakiya li meydana Medborgaplatsen a Stockholmê bi beşdariya Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt pêk hat.
Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentê Anders Osterberg li çalakiyê axivî û bal kişand ser bûyerên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê qewimîn. Osterberg li ser girtin û binpêkirina mafên mirovan hejmar eşkere kir û got, Erdogan qîma xwe bi vê jî nanî û ji bo mûxalîfên li dîasporayê eşkere bike, sîstema sîxuriyê ava kir.
Osterberg anî ziman, çend roj berê derket holê ku rêxistina lobî ya AKP'ê UETD li Swêdê karê sîxuriyê dike û ji beşdarên çalakiyê xwest, ku dema rewşeke bi vî rengî derket pêşiya wan, ji polîsan re ragihînin.
Dekanê Enstîtuya Dîrokê ya Dibistana Bilind a Sodertornê Hakan Blomqvîst jî diyar kir, rejîma AKP'ê hewldana darbeyê ji bo bêdengkirina mûxalefetê weke firsendekê bi kar aniye, şerê li dijî Kurdan dijwar kieiye û bi berfirehî êrîşî têkoşîna mafên mirovan, demokrasiyê û mûxalîfan kiriye.
KARTAL: DIVÊ EM NÎŞAN BIDIN KU KOMKUJIYÊN LI KURDISTANÊ QEBÛL NAKIN
Hevserokê Giştî yê KONGRA GEL Remzî Kartal piştre dest bi axaftinê kir û bibîr xist, referandûma li ser destûra bingehîn a nû ji bo Kurdan, bindestan û demokratan firsendek e ku hesab ji sîstemê bixwazin. Kartal got, "Pêwîste em nîşan bidin ku komkujî û pêkanînên antî demokratîk, polîtîkayên înkarê yên sîstema faşîst ên li Kurdistanê qebûl nakin."
Kartal diyar kir, eger di 16'ê Nîsanê de dengê NA bi ser bikeve, wê di 17'ê Nîsanê de pêvajoyeke nû dest pê bike, pêşî li pêvajoyeke nû ya demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe û got, "Vîna gelan, hêza demokrasî û gelan ji hêza Erdogan xurtir e. DYA li Vîetnamê ji aliyê leşkerî ve gelekî xurt bû. Lê belê li pêşberî têkoşîna gelê Vîetnamê têk çû. Vîna ku gelên me li Kurdistan û Tirkiyeyê nîşan didin, xurt e. Em ji bîr nekin; faşîzm çiqasî zext û şîdetê giran bike, ewqasî jî nêzî têkçûnê bûye. Pêvajoya em tê de ne, pêvajoyeke bi vî rengî ye."
LÎDERÊ PARTIYA ÇEP: DIVÊ HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ WERIN BERDAN
Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt jî ragihand, ji bo ku nîşan bidin ew nahêlin bermayiyên dawî yên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ji aliyê Erdogan ve ji holê bên rakirin, ew dadikevin meydanê û xwepêşandanan lidar dixin.
Sjostedt got, "Em li vê derê zexta ku ji ber bawerî, nêrîn û nasnameya etnîkî li mirovan tê kirin protesto dikin. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bên berdan. Rojnamevan, akademîsyen, ji ber ku nêrînên xwe eşkere dikin ji kar tên avêtin." Sjostedt diyar kir, ji ber vê yekê, divê hemû hêzên alîgirê demokrasî û mafên mirovan, ji vê destûra bingehîn a nû re bêjin NA."