Kurdistanî saet di 13:00 de li Parka Hûmlegordenê li hev civiyan, wêneyên şoreşgerên hatin darvekirin hildan, ji bo rawestandina îdaman pankart vekirin û ber bi avahiya parlamentê ve meşiyan.
Di meşê de, ku alên PJAK, KJAR, PKK û KCK'ê hatin hildan, sirûdên bi Kurdî hatin gotin û bal hat kişandin ser binpêkirina mafên mirovan li Îranê.
Girseya gel xwe gihand meydana Mynttorget a li nêzî avahiya parlamentê û li vê derê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û siyasetmedarên Kurd ên li Îranê hatin darvekirin, deqeyek rêz girt.
Li ser navê PJAK'ê axaftin hate kirin û hat ragihandin, hilbijartina Serokkomariyê ya li Îranê bê kirin, wê pirsgirêkên Îranê çareser neke. Ji Swêd û Yekîtiya Ewropayê hat xwendin, îdam û binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê jinedîtî ve neyên û helwestê li dijî rejîma Îranê nîşan bidin.