Li Stockholmê bi sirûda ‘Baykot Tirkiye’ ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin

Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê, boykotkirina Tirkiyeyê demxeya xwe li çalakiyê da.

Di axaftinên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî de hate diyarkirin ku divê besiva dewleta Tirk a ku hiqûqa navneteweyî binpê dike bê dayîn,  Kurdisanî û dostên wan dirûşmên Tirkiye boykot  bikin û pêkanînan li ser bidin kirin qîr kirin.

Li ser banga Komîteya Piştgiriya bi Berxwedana Efrînê û saziyên civaka sivîl ên Swêdê Kurdistanî û dostên wan carekî din saet 13:00’an li Qada Norra Bantorget a li pêşiya avaiya Federasyona Sendîkaya Karkeran kom bûn, bi dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û piştgirîkirina gelê Efrînê û YPG/YPJ’ê dest bi meşê kirin.

Di axaftinên meşê de hatin kirin bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk  û çeteyên wê dîsa talan û diziya malên gel dikin. Bang li Yekîtiya Ewropa û cîhana derve hate kirin ku li dijî oparasyonên qetilkirin û qirkirinê bibin xwedî helwest û Tirkiyeyê boykot bikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser navê rêxistinên, komele û patiyên xwepêşandan lidar xistî hate kirin de, çekên ji aliyê Swîsre yê ve tên hilberandin welatiyên sivîl ên li Efrînê tên qetilkirin û hate gotin ku Tankên Leopar ên Elmanya li Efrînê tên bikaraîn. Daxwaz hate kirin ku Swêd, Elmanay û DYA ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bide pêkanîn.

Ji gelê Swêdî, Kurdistanî  û dostên wan hate xwestin ku berhemên Tirkiyeyê bikar neînin û berhemên wan boykot bikin.

Li Qada Norrmalm bi deqeyek rêzgirtinê ve mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de Serokê Kurdcide Watch  CHAK Azad Heydarî axivî û diyar kir ku gelê Efrîn û YPG/YPJ li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê bi biryardariyeke mezin têkoşînê dikin.

Haydarî bal kişand ser êrîşên qirker û dizî û talana çetyê wê û diyar kir ku wê rêxistinên Swêdê heta ku hêzên dagirker ji Efrînê bên derxistin wê piştgiriya xwe ya bi gelê Efrînê re bidomîne.

TURÎZM Û BERHEMÊN TİRKAN BOYKOT BİKİN

Rêberê Însîyatîfa Azad a Jinan Latîfe Fegan diyar kir ku  welatên Rojavayî ji ber ku bi Tirkiye re ji bo sekinandina penaberan hevpeyman kirine, li hemberî qetlîma Efrînê bêdeng dimînin. Fegan got, gelê Efrînê li hemberî dagirkeriyê berxwedana xwe berdewam dike û welatê xwe di parêzin. Bang li Swêdî û Tirkiyeliyan kir ku berhem û turîzma Tirkan boykot bikin.

Di çalekiya de dovîz û pankartên dewleta Tirk şermezar dikin,  piştgirî didin rêxistina azad a Kurd û berxwedana Efrînê hatin hilgirtin de, dirûşmên “Tirkiyê boykot bikin”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Efrînê vekişin”, “Artêşa Tirk ji Rojava bicehinime”, “Erdogan, Putîn zarokên me qetil nekin”, “Kujerê zarokan Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “ Bê Serok jiyan nabe” hatin berz kirin.