Li Stenbolê pevçûnan destpê kir
Li Stenbolê pevçûnan destpê kir
Li Stenbolê pevçûnan destpê kir
Ligel Waliyê Stenbol Qada Taksîmê ji pîrozbahiyên 1'ê Gulanê re qedexe kir bi hezaran kerker ligel riyên hatin girtin amadekariyên meşê dikin. Polîsan destpêkê li Beşîktaşê mudaxele li karkeran kir û karkeran bi kevir û molotofan bersiva wan da. Li Şîşliyê karker bi bin pêşengiya DÎSK'ê de dest bi meşê kirin.
Piştî Waliyê Stenbolê Qada Taksîmê ji pîrozbahiyên 1'ê Gulanê re qedexe kir li aliyê Stenbolê yê Ewropayê dîmenên rewşa awarte derketin holê. Ji aliyê Midûriyeta Polîsan ve seferên, vapûr, metro, metrobus, tramway hatin rawestandin û gelek kolan ji trafîkê re hatin girtin. Dîsa pirên Halîç û Galata di aliyê Taksîmê de ji trafîkê re hatin girtin. Li ser banga sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî kom di serî de li Şîşlî û Beşîktaşê nêzî Taksîmê dest bi kombûnê kirin. Tedbîrên polîsan ên gelek dijwar tên dîtin û li hemû kolan û koçeyan wesayîtên zirxî û polîsên ji bajarên din ji bo alîkariyê anîn hatin bicihkirin.
BEŞÎKTAŞ
Li Bêşîktaşê serê sibê TKP 1920, Muxalefeta Ciwanan, CHP, Îşçî Partîsî û Halkevlerî li Bulvara Barbarosê hatin cem hev. Bi sedan polîsan li pêşiya koman barîkat danîn û gotin destûra pîrozbahiyên li Taksîmê nadin û anonsên kom belav bikin kirin. Piştî kom belavnebûn polîsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxele kir. Polîsa bombeyên gazê avêtin Sûka Beşîktaşê û ligel vê yekê cihê rojnameger lê disekînin jî polîsan bombeyên gazê avêtinê. Gelek rojnameger ji bombeyên gazê û ava şid bi bandor bûn. Koman ji bi molotofan û keviran bersiva polîsan dan. Li Beşîktaşê dem dem pevçûn berdewam dikin û bi hezaran polîs li Beşîktaşê disekinin.
ŞÎŞLÎ
Karkeran şevê li ber Navenda Giştî ya DÎSK'ê nobeta 1'ê Gulanê girtin. Karkeran serê sibê bi stranên kurdî û tirk govend girt û sloganên "Taksîm sore dê sor bimîne" û "Bijî Yek Gulan" qîr kirin. Li herêmê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin û hemû riyên diçin Şîşliyê ji aliyê polîsan ve bi TOMA'yan hatin girtin. Li Osmanbeyê jî tedbîrên gelek berfireh hatin girtin. Karker li ber Mizgefta Şîşliyê hatin cem hev û li bendêne ku ber bi Taksîmê ve dest bi meşê bikin. Li Şîşliyê ligel DÎSK'ê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Devrîmcî Anarşîst Faaliyet, Platforma Şoreşger a 1'ê Gulanê jî cih digirin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko li vir daxuyaniyek da û diyar kir ku mehek berê hevdîtinên bi Waliyê Stenbolê re kirin soza Qada Taksîmê dê ji karkeran re bê vekirin girtin û li ser vê yekê xebatên xwe bi lez xistin û wiha got: "Wezîrê Navxweyî yê Tirk ê berê bi ramana qedexekar tevdigeriya dîsa li ser kare û qad ji karkeran re girt. Em di salên 2007 û 2008'an de li vir bûn. Li kolanên Stenbolê ji ber mudaxeleyên polîsan bi xwîn bû. Em naxwazin vergerin berê. Dema Taksîm azadbû karkeran bi biratî 1'ê Gulanê piroz kirin. Di pêvajoya aştiyê de em naxwazin li kolanên Stenbolê pevçûn çêbibin. Li Taksîmê kandîkapek heye lê ev ji bo 1'ê Gulanê asteng nîne. Li Stenbolê rewşa awarte hatiye îlankirin. Heta em ji mala xwe hatin vir 3 caran wesayîta me hate rewastandin. Hemû rê hatine girtin. Ez li vir careke din bang dikin Taksîmê ji karkeran re vebikin."
Piştî axaftinan karker di bin pêşengiya DÎSK'ê de ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin.
BEYOGLU
Hemû riyên Qada Taksîmê bi bendan hatin girtin, her wiha hêjan tên avakirin. Parqa Gezî ya Taksîmê bi temamî hate girtin. Rojnameger jî li platformên li Parka Gezî avakirin weşana zîndî dike.