Li Stenbolê li avahiya perwerdê ya Turgevê çalakî

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmet diyar kirin ku li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê bi teqemeniyan ziyanek aborî dane avahiya perwerdekirina çeteyên DAÎŞ’ê ya girêdayî Turgevê.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmet ên ku daxuyaniyek nivîskî dayîn, diyar kirin ku roja 19’ê Cotmehê li navçeya Sûltangaziya Stenbolê bi teqemeniyên bi dest hatin amadekirin ziyanek aborî dane avahiya perwerdekirina çeteyên DAÎŞ’ê ya girêdayî Turgevê.

Hate diyar kirin ku çalakiya ku faşîst xistin nava tirsê, ji bo bîranîna ji Fermandarên HPG’ê Egîd Civyan hatiye lidarxistin.