Li Stenbolê îşkenceya li hemberî girtiyên jin hat şermezarkirin

Êrîşa li hemberî girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Newroz pîroz dikirin, li Stenbolê hat şermezarkirin.

Endamên Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD Şaxê Stenbolê, îşkenceya bi ava şid a li hemberî girtiyên jin ên xwestin Newrozê pîroz bikin, şermezar kirin. Di çalakiya li ber girtîgehê de ji Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Mîne Nazarî axivî û bal kişand ser êrîşên li hemberî girtiyên li Bakirkoyê. Nazarî got, "Girtiyên jin bi salan e li hewşê agir vêdixin û Newrozê pîroz dikin. Girtiyên jin xwestin diyalogê bikin, lê rayedarên girtîgehê bi şîdetê bersiv dan. Girtiyên bi rêya malbatên xwe serî li komeleya me dan, qala êrîşê kirin. Sê girtiyan jî rapora îşkence li wan hatiye kirin, wergirtine." Nazarî bang li rayedaran kir, ku dest ji pêkanînên xwe yên li derveyî mirovahiyê berdin.

ÇAPRAZ: DIVÊ RAYA GIŞTÎ BALDAR BE Û BERPIRSYARÎ TEVBIGERE

Birazyê Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Sîbel Çapraz a bi birîndarî hat girtin Necîp Çapraz jî da xuyakirin, ku dewlet bi ragirtina girtiyên nexweş li girtîgehan dixwaze wan 'îdam' bike. Çapraz bang li raya giştî kir, ku ji bo girtiyên nexweş baldar be û bi berpirsyarî tevbigere.