Li Stenbolê gelek kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk di destê sibehê de li Stenbolê girt ser gelek malan. Rojnamevan û rêveberên HDP’ê jî di nav de gelek kes destgîr kir.

Polîsên Tirk di destê sibehê de di heman wextê de girte ser gelek malan.

Di serdegirtinan de rojnameger Salîha Aras a ku xebatkara kovara Demokratîk Modernîte ye, rêveberên bajêr û navçeyan a HDP’ê jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Sedema destgîrkirinê nehate hînbûn û hate diyarkirin dibe ku hinek kesên din jî werin destgîrkirin.

Di serdegirtinan de Hevberdevka Rêxistinkirina Bajêr a HDP’ê Besra Îşsever, Hevseroka HDP’a Uskudarê Aysel Ozbey, Erkan Tarim, Mumîn Odabaş, Harûn Bagatûr, Enez Ozdaş, Ercan Ozer û Salîha Aras hatin destgîrkirin.