Li Stenbolê gelek kes hatin destgîrkirin

Li Stenbolê, di operasyonên qirkirina siyasî de li navçeyên Bahçelîevler, Kuçukçekmece, Esenyûrt û Beyoglûyê gelek kes hatin destgîrkirin.

Polîsan serê vê sibê li navçeyên Bahçelîevler, Kuçukçekmece, Esenyûrt û Beyoglû yên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan deriyê malan şikandin û ketin hundir û kelûpelên welatiyan serûbin kirin.

Di serdegirtinan de ji navçeya Bahçelîevlerê Dayika Aştiyê û siyasetmedar Canşah Cemîle Çelîk, rêveberê rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê Serkan Yilmaz, xebatkarê rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Mustafa Turgut, ji navçeya Kuçukçekmeceyê Îhsan Sînmîş û ji navçeya Esenyûrtê jî Adem Ozyûrt jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.