Li Stenbolê êrîş avahiya HDP’ê hate kirin
Li Taxa Yeşîlkent li dijî Nûnertiya HDP’ê ya Avcilarê ku amadekariyên xebatên referandûmê dihatin kirin, ji aliyê faşîstan ve êrîşek hate lidarxistin.
Li Taxa Yeşîlkent li dijî Nûnertiya HDP’ê ya Avcilarê ku amadekariyên xebatên referandûmê dihatin kirin, ji aliyê faşîstan ve êrîşek hate lidarxistin.
Li Stenbolê, ji aliyê kesên nediyar ve li dijî nûnertiya HDP’ê ya li Taxa Yeşîlkent a Avcilarê êrîşeke bi çekê pêk hat. 4 kesên di wesayîta bi marka Fîat Dobloyê de bûn, dema HDP'iyan amadekariyên xebatên referandûmê dikirin, nêzî wan bûn, gule li ser wan barandin û ji cihê bûyerê reviyan. Di bûyerê de tu kes birîndar nebû û her wiha tîmên polîsan hatin cihê bûyerê.
Ji xebatkarên HDP'ê Tayfun Ûrûn ê di dema êrîşê de li wir bû wiha got: "Kesên di hundurê wesayîtê de bûn temenê wan li dor 23-28'an bû. Em vê êrîşê şermezar dikin. Em wisa difikirin ev li dijî xebatên me yên 'Na'yê ne, dixwazin bi vî awayî me bitepisînin. Lê wê bi ser nekevin. Em ê bi heman biryardariyê xebatên xwe bi rê ve bibin."