Li Stenbolê ciwanekî ji Kobanê hate destgîrkirin

Li Stenbolê ciwanekî ji Kobanê bi hinceta parvekirinên xwe yê li medya dîjîtal hate destgîrkirin.

Polîsên Tirk li Stenbolê avêtin ser maleke ku ciwanekî Kobanê lê bû. Hate ragihandin ku ciwanê bi navê Abdûllah Bozan bi hinceta parvekirinên li ser Facebookê hate destgîrkirin.

Hate ragihandin ku Bozan li ser hesabê xwe wêneyên gerîla, berxwedana Hesekê, wêneyên şehîdên Kobanê û gotina ku Tirkiye bûye girtîgeha herî mezin a cîhanê parve kiriye.

NÊÇIRA LI SER MEDYA DÎJÎTAL

Dewleta Tirk salên dawî li ser medya dîjîtal nêçira muxalîfan dike.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir di 9 mehên destpêkê yên sala 2021'ê de 98 hezar û 714 hesabên medya dîjîtal lêkolîn kirine, der barê 39 hezar û 601 kesî de lêpirsîn hatiye destpêkirin, hezar û 175 kes hatine destgîrkirin, 52 kes jî hatine girtin.