Li Stenbolê 9 ESP’yiyên din jî hatin girtin

Li Stenbolê 9 ESP’yiyên din jî hatin girtin

Li Stenbolê di operasyona li dijî ESP’ê 9 kesên din jî hatin girtin.

Ji 36 kesên ku 18’ê Hezîranê li Stenbolê hatibûn binçavkirin û duh derxistin edliyeyê 9 jê hatin girtin.

Ji 34 kes ESP’iyên ku veguhestin Edliyeya Stenbolê ya li Çagylayanê 17 jê serbest berdan, 17 kesên din jî bidaxwaza girtinê veguhestibûn dadgehê. Dadgehê di derbarê Sitki Gungor, Okan Danaci, Ergun Uzum, Îmran Aydin, Şahîn Yeşilirmak, Çagri Aydogan, Emek Ulaş Suna, Mehmet Kara û Emre Kaya de biryara girtinê da. 8 kes jî serbest hatin berdan.

Di operasyonên ku sibeha 18’ê Hezîranê li Stenbol û Çanakkaleyê hatin kirin, bi hinceta ku tevlî berxwedana Parka Gezî bûne 69 ESP’yî binçavkiribû. Ji ber ku ji ESP’iyan du birîndar û yek jî nexweş bû heman rojê li Emniyetê serbest hatin berdan, duh 33 kes veguhestibûn edliyeyê. Ji 33 kesan 18 hatibûn girtin.

Bi vî awayî ji ber berxwedana Parka Gezî bigiştî 27 rêveber û endamên ESP’ê hatin girtin. Li tevahiya welat ji ber berxwedana Geziyê hêjmara girtiyan giha 36’an.