Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin

Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Şevket Bîlîcî û Nazîme Avras gelekî giran e.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ya Enqereyê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 320’emîn de çalakiya xwe ya heftane li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li dar xist. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Sevîl Tûrgût daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şevket Bîlîcî yê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T Afyonê.

Tûrgût got “Serlêdanên agahiyên derbarê vîrîsûsa koronayê de ji bo komeleya wan tê kirin û qawîşên kerentînekirinê girtiyên nexweş adeta şandiye mirinê û di 3 mehan de 3 girtiyan di qawîşên kerentînekirinê de jiyana xwe ji dest dane.”

Tûrgût bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şevket Bîlîcî û diyar kir ku wî serî li komeleyê daye û rewşa wî ne baş e. Tûrgût anî ziman ku gelek nexweşînên Bîlîcî hene û herî zêde nexweşîna dil wî aciz dike û niha 4 rihên qelbê wî girtîne û tedawiya wî birêkûpêk nayê kirin. Tûrgût da zanîn ku her roja ku diçe rewşa Bîlîcî giran dibe, ew nikare di girtîgehê de bijî û xwest demildest were berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya Rûniştina F a 448’emîn li dar xist. Komîsyonê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd 19) çalakiya xwe li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal li dar xist. Komîsyonê di daxuyaniya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Nazîme Avras a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê dimîne û xwest serbest bê berdan.

Endama Komîsyonê Meral Nergîz Şahîn, di daxuyaniya da de Serkan Tumay ê di 17’ê Cotmehê de, li Girtîgeha Kirikkale, ji aliyê gardiyenan ve bi lêdanê hatibû kuştin, bi bîr anî. Şahîn, da zanîn ku bi şewba vîrusê re şert û mercên girtiyan girantir bûn û wiha axivî: “Her ku diçe li girtîgehan rewş girantir dibe. Mafê girtiyan ên tedawî kirinê tên binpêkirin. Ji bo vê rewşê giliyên girtiyan her ku diçe zêdetir dibin.”

Şahîn, bal kişand ser rewşa hemû girtiyên xweş û ev daxwaz kir: “Divê girtiyên nexweşiyên wan ên kronik hene û di koma bi rîsk cih digirin, astengdar, kal û pîr tavilê bên berdan. Ji bo mafê parastina jiyana wan, ev daxwazek herî bingehîn e. Mînak; girtiya nexweş Nazîme Avras li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê dimîne, ji ber şert û mercên pandemiyê nayê derman kirin.”

Dûre endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn, axivî û wiha got: “Avras li navçeya Norşînê ya Bedlîsê di hilbijartina herêmî ya 30’ê Adara 2014’an de, weke Hevşaredara Partiyta Aştî û Demokrasiyê (BDP) hatibû hilbijartin. Lê bi hinceta ew mafê wê yê bê hilbijartin tuneye, ji peywirê hatibû girtin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Nêzî 5 mehan di Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê de girtî ma. Dûre sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê hatibû kirin. Li gorî agahiyên birayê Avras dayî, Avras 50 salî ye. Nexweşiyên wê yên weke dil û şekir hene. Her ku diçe rewşa wê giran dibe. Şert û mercên girtîgehê bi awayekê neyînî bandorê li jiyana Avras dike. Malbat derbarê jiyana Avras de bi fikar e. Ji bo ku Avras di şert û mercên baş de bê dermankirin û nexweşiyên wê girantir nebe divê bê berdan. Em dixwazin bi Avras re hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”