Li Sorbonneyê ji bo Bogaziçî û Efrînê çalakî hate li dar xistin
Li Zanîngeha Sorbonne, ji bo xwedevanên Zanîngeha Bogazîçî û bi armanca piştevaniya ji bo Efrînê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Li Zanîngeha Sorbonne, ji bo xwedevanên Zanîngeha Bogazîçî û bi armanca piştevaniya ji bo Efrînê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Li Parîsê zêdetirî 50 xwendekar û akadamîsyen li navenda Zanîngeha Sorbonne ya li Odeonê li hev civiyan û bi armanca piştevaniya ji bo xwendevanên Bogazîçî û Efrînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku banga xwedevanên Kurd ên li Parîsê jî hebû, daxuyanî ji aliyê ji bo Aşitiyê Akademîsyen, gelek erkdarên perwerdehiyê ya zanîngehê, ÎNALCO, ciwanên HDK-Fransa, Sendîkaya Perwerdê Snepsus-FSU û Koma Dagirkeriyê ya Xwendevanên Zanîngeha 8 Parîsê ve hate kirin.
Di daxuyaniyê de belavokên bi naveroka êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê de û bûyerên rojên dawî li Zanîngeha Bogazîçî yê hate belavkirin. Pankart û nivîsên bi armanca piştevaniyê ku li ser ‘Piştevaniya ji bo xwedevanên Bogazîçî’ , ‘Bimre koletî, bimre mêtîngerî’ , ‘lokuma şer û dagirkeriyê nabe’ , ‘Em li dijî te û li dijî şer in’ , ‘Li Tirkiyeyê ji bo xwedevanan azadî’ , ‘Piştgirî ji bo xwendevanên li Tirkiyeyê’ hate vekirin.
Daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Fransî, Kurdî, Îngîlizî û Tirkî bi 4 zimanan hate kirin. Xwendevan û Akademîsyenan di axaftinan de diyar kirin ku xwedî li Efrînê derdikevin û bal kişandin li ser hilweşîna piştî şer.
Di daxuyanî û belavokan de hate diyar kirin ku heya niha 262 dozên li dijî Akademîsyenên ji bo Aşitiyê didome û Hevberdevkê HDK’ê Onûr Hamzaoglû hê jî di girtîgehê de ye.
Navên xwendevan û akademîsyenên îmze avêtin binê daxuyaniyê wiha ne;
Tûna Altinel, Université Lyon 1
Çagla Aykaç, Université de Genève
Etienne Balibar, Université Paris-Nanterre
Claude Calame, EHESS
Sabine Delzescaux, Université Dauphine (serokê berê)
Selim Eskiizmirliler, Université Paris Diderot (serok)
Eric Fassin, Université Paris-8
Derya Fırat, Université Paris-Nanterre
Isabelle Saint-Saens
Engin Sustam, Université Paris-8
Mehmet Tuncel, Université de Nantes
Yên piştgirî didin;
Herve Christofol, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Perwerdêı (Snepsup-FSU)
Reşat Çelik (Ciwanê HDK Fransa, INALCO)
Nuray Bayındır (Xwendevana berê yê Bogaziçî)
İrfan Dayıoğlu (Xwendevanê berê yê Bogaziçî)