Li Somayê 70 madenkar hatin binçavkirin
Li Somayê, ji madenkarên ku ji ber derxistina ji kar di çalakiyê de bûn 70 kes ji aliyê jendermeyan ve hatin binçavkirin.
Li Somayê, ji madenkarên ku ji ber derxistina ji kar di çalakiyê de bûn 70 kes ji aliyê jendermeyan ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Soma ya Manîsayê, karkerên endamên Sendîkaya Karkarên Madenê ya Serbixwe (Bagimsiz Maden Îş) yên ji aliyê Madenkariya FERNAS'ê ve ji kar hatin derxistin, li pêşiya madenê dest bi çalakiyê kirin. Jendermeyan doh bi şev êrîş birin ser çalakiyê. Seroka Giştî ya Bagimsiz Maden Îşê Gokay Çaikr û rêveberên sendîkayê jî di nav de herî kêm 70 madenkar hatin binçvakirin.
Sendîkayê li ser hesabê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, "Em ê dîsa bên, em ti carî natirsin, em xwe venakişînin. Dengê xwe tevlî dengê me bikin, em bi hev re bi ser bikevin."